PDK-Sê pêşwaziya şandeke PYK-Sê li Domîz kir

PDK-Sê pêşwaziya şandeke PYK-Sê li Domîz kir

Aug 19 2021

ARK NEWS... Roja Sêşemê 17ê Tebaxa 2021ê, şandek ji Partiya Yekîtiya Kurdistanî - Sûriya serdana rêxistina Domîz ya Partiya Demoqrata Kurdistan -Sûriya PDK-Sê li nivîsgeha wê li kampa Domîz kir.

Ji aliyê berpirsê rêxistina Domîz ya PDK-Sê Mihemed Elî Îbrahîm û endamên wê ve hate bêşwazîkirin.

Şanda Partiya Yekîtiya Kurdistanî- Sûriya ji her yek ji Nîzar Mûsa, Ekrem Reşîd û hejmarek endamên rêxistina Domîz ya Partiya Yekîtiya Kurdistanî- Sûriya pêk dihat.

Di serdanê de rewşa siyasî Sûrî bi giştî û ya Rojavayê Kurdistanê bi taybetî û mijara girtî û revandiyên di zîndanên PYDê de û daxwaza serbest berdana wan hate gotûbêjkirin.

533