Parêzerê Hewlêrê li ser rastiya şewtandina ala Îraqê li Hewlêrê axivî

Parêzerê Hewlêrê li ser rastiya şewtandina ala Îraqê li Hewlêrê axivî

Oct 18 2020

ARK NEWS… Îro Şemiyê 17ê Cotmeha 2020an, parêzerê Herwlêrê Firset Sofî di lêdwanekê de derbarê vîdyoya li ser torên civakî hatiye belavkirin got: Vîdoya şotandina ala Îraqê li kolana Eskan, kevn e û ji sala 2017an ve ye.

Herwiha Sofî di lêdwana xwe de li gel kenala K24 got: Berî niha me ji aliyên ewlehî re gotiye nabe tu kes û tu alî hewl bide û di bin tu navnîşanê de alan bişewtînin yan bêrêziyê li hember senbolan bikin.

Sofî tekez kir, ku ew kiryar bi rewşenbîriya civaka Kurdistanî re naguncê û dûr e ji çanda Kurdistanê.

293