Serok Barzanî: Profesor Kinyaz niştîmanperwer bû û rola wî berçav bû

Serok Barzanî: Profesor Kinyaz niştîmanperwer bû û rola wî berçav bû

Aug 09 2021

ARK NEWS... Serok Mesûd Barzanî peyama sersaxiyê bi koçadawiya Profesor Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev belav kir, tê de got: Profesor Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev kesayetiyeke niştîmanperewer yê kurdê Kazaxistanê bû, ku roleke berbiçav di bihêzkirin û yekxistina revanda kurd ya li welatên Yekîtiya Sovyeta berê de hebû. Naveroka nameyê ev e:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya akademîsyenê Kurd û Serokê Federasyona Navneteweyiya Kurdên welatên Sovyeta berê Profesor Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev gihîşt me.

Profesor Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev kesayetiyeke niştimanperewerê Kurdê Kazakistanê bû ku roleke ber bi çav li bihêzkirin û yekxistina diyasporaya Kurd ya li welatên Yekîtiya Sovyeta berê de hebû û her wiha li warê zanistî û edebî jî xizmeteke zêde li Kurdên wî welatî da kiriye.

Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukarên Profesor Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev û Endamên Federasyona Navneteweyiya Kurdên Sovyetê û Kurdên nîştecihê welatê Kazakistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
08.08.2021

502