Serok Barzanî: Bi xistina Hewraman nava lîsteya şûnwaran de kêfxweş im

Serok Barzanî: Bi xistina Hewraman nava lîsteya şûnwaran de kêfxweş im

Jul 29 2021

ARK NEWS... Serok Mesûd Barzanî derbarê xistina UNESCO navçeya Hewraman bo lîsteya şûnwarên girîng, kêfxweşiya xwe da zanîn û ragihand: Hewraman navçeyeke girîng ya Kurdistanê ye ku herdem roleke berbiçav li çand, wêje, dîrok, şoreş, siyaset û tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê de hebû. Naveroka nameya serok ev e:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi biryara vê dawiyê ya rêxistina cîhanî perwerdeyî û zanistî û çandî ya ser bi rêxistina Neteweyên Yekgirtî (Unesco) gelek xweşhal im ku tê de ew beşa navçeya Hewraman ku ketiye rojhilata Kurdistanê, xistiye nav lîsta şûnewarê girîngên mirovayetiyê.

Hewraman navçeyekê girîng ya Kurdistanê ye ku herdem roleke berbiçav li çand, wêje, dîrok, şoreş, siyaset û tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê de hebûye. Bêguman ew biryara Unesco jî destkefteke din e ji bo xelkê Kurdistanê û navçeya Hewraman. Bi vê helkeftê pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê û xelkê xweşdiviyê navçeya Hewraman dikim û ji bo wan hêviya aramî û pêşketinên zêdetir dixwazim.

Mesûd Barzanî
28.07.2021

369