UN : Çekdar tawanên cengî li Efrînê encam didin

UN : Çekdar tawanên cengî li Efrînê encam didin

Sep 12 2019

ARK NEWS .. Komîta Vekolînên Navdewletî ya Serbixwe, ya ser bi Netewên Yekgitî ve, raportek xwe derbarê rewş û pêşhateyên dawiyê ya Sûriyê belav kiriye .

Li ser rewşa Efrîna Rojavayê Kurdistanê, raporta komîteyê tekez kiriye ku, hîn jî tawanên cengî ji aliyên girûpên çekdar ve berdewam in, û piroseyên kuştin,
revandin, dizî, desteserkirina ser malan, sînordarkirin û binpêkirina azadiya jinan, guhertina karmendên Kurd bi ereban, rêgirî li pêş vegera xelkê resen, xwestina pereyan, şerê navbera çekdaran berdewam e .

Di raporta komîteyê de hatiye : Bi giştî rewş li Efrînê, û derdora wê kerasatî ye, di hevdemê şer navbera çekdaran de berdewam e, û herêm wek hejmûn ji xwe re desteser kirine û dabeş kirine, û rewşa tevlîhevî û nebûna serweriya yasayê, û rewşên berdewam ji revandin û eşkencekirin, û kuştin û xwestina pereyan bi awaeyekî berçav berdewam in.

Li gor raportê ku, di 28ê Gulanê li navçeya Cindirêsê welatiyek 35 salî û bavê 4 zarakan e, dema li ser karê xwe bû rastî guleyeke bê serûber, ji derencama şer û nakokî navbera du girûpan de hat, jiyana xwe ji dest .

Raport herwiha aniye ziman ku, li seranserî Efrînê rewşa ewlehiya kerasetî li jîngeheke tê de binpêkirina têne encamdan berdewam bûn, wek piroseyên revandin ku ji ber sedemên abûrî û siyasî û ewlehî bûn. Piraniya wan qurbaniyan bi koka xwe Kurd in, herwiha welatiyên dewlemend wek pizîşk bazirgan û xwedî sermiyan in, di dema rêwitiyê û li ser rêbendan dihatin revandin, yan bi danê şevê ji malên xwe dihatin revandin. Bo nimûne di 13 Gulanê de girûpeke çekdar du mêr û zaokekî xwedan pêdiviyên taybet, dema ji Efrînê berê xwe didan Ezazê revandin, piştre termê her sê welatiyan hatin dîtin ku 10 000 dolar xwestibûn lê jêderên xwecihî tekaz kirin bûn 1000 000 hezar dolar ji malbata Reşîd Hemîd Xelîl û Şeref Dîn Sîdo û Zarokê bi navê Mihemed xwestibû.

Derbarê eşkencedana welatiyan û girtina û rawestandina ser rêberndan raportê bal kişandiya ser ku ku ew kiryar di derheqê welatiyan de herwiha çalakvanan de têne encamdan di Mijdarê welatiyek rastî lêdan û eşkencdanê hat ta ku 600 Dolar li hember serbesta xwe dan herwiha di Sebatê de heman kiryar di derheqê rojnamevanekî bi tometa bi ajanseke derve re kar dike rastî lêdan hat û li gor şêniyên resen ku mebest ji wê yekê wergirtina pereyan e herwiha hin ciwan bi tometa ser bi aliyên Kurdî ve ne neçar bûn 400 dolar bidin da ku werin serbest berdan

Li aliyekî din ji raportê wiha hatiye ku gelek caran welatiyên vedigerin ji mal û milkên xwe bê par dimînin û têne qedexekirin ji ber ku malbatên çekdaran malên wan desteser kirine û bi hezaran dolaran dixwazin da ku ji wan re vegerînin ji bilî wê yekê çotkara neçar dibin bacan bidin da ku bi serbestî di zeviyêb xwe de kar bikin .

Derbarê binpêkirnan derheqê jinan de komîteyê gotiye ku hin hukim li ser jinan disepînin wek kinc û cil û bergan û sînordarkirina liv û tevgera wan herwiha hin girûpên çekdar li ser rêbendan Teherûş ango destdirêjî li ser jinan û keçan kirine ku qurbanî hewl dane gilî ji encûmenên xwecihî û polîsan û berpirsên Turk re pêşkêş bikin ku aliyên desthekadar naxwazin çareyên rast pêşkê bikin yan jî nikarin lê komîteyê tu amaje ji desthelatdariya Turkiyê nestandin ku dikare kontirol bike yan naxwaze bike
.

Di raporta Kîmota Vekolîna Navdewletî de hatiye ku desthelatdariya Turkiyê dadwer û parêzerên dest nîşan dike gelek caran ereban li şûna Kurdan de bi cî dike û dezgehên niha nikarin sitimdarî û kiyayrên çekdaran desteser bikin

Di dawiya raporta xwe de rewşa ku li Efrînê rû dide bi tawanên cengî bi nav kir û got girûpên çekdar hîn jî tawanîn cengî wek revandin û xwestina pereyan û danûstandina tund û eşkenceyê pêk tînin

545