Fesla Yûsif: Em bang li Kiwalisiyonê dikin rêzê li Belgenameya bi ENKS re bigre

Sep 23 2018

Fesle Yûsif endama Desteya Serokatiya Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê dilxweşiya ENKS ji rêkeftina Rosî Turkî derbarê Idlibê nîşan da û got ji ber wê rêkeftinê metrisî ji bo hatina derbederên Idlibê ji bo Efrînê rawestiya.

Di lêdwaneke taybet ji bo ARKê piştî civîna duh ya berifreh ya Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, Fesle Yûsif endama Desteya Serokatiya ENKS got wan di civînê de mijarine rêxistinî û siyasî gengeşe kirin.

Li ser asta siyasî, Yûsif got ku rewşa niha Sûriyê tê re derbas dibe, rewşa Idlibê û rêkeftina Rosî Turkî hatin gengeşekrin, û ENKS jî mîna civaka navdeweltî û opozisiyon û Desteya Danûstankar dilxweşiya xwe ji wê rêkeftinê nîşan da, û metirsiya ku li cem ENKS derbarê egera hatina derbederên Idlibê bo Efrînê eger şer rûdaba, nema.

Yûsif serbar kir ku çareserkirina pirsa Idlibê çareserkirineke beşkî ye ji bo Sûriyê, û ew weke Encumena Niştîmanî bi çareserkirina siyasî re ne ji bo tevahiya Sûriyê.

Yûsif eşkere kir ku di civîna ENKS de behsa Komîteya Destûrî ya ku biriyar e were avakrin hat kirin û tekezî li ser bicîkirina mafê gelê kurd di Sûriyaya pêşerojê de hat krin.

Yûsif behsa rewşa niha li Efrînê kir û got ew kiriyarên li Efrînê ku li ser destê girûpên çekdar têne rûdan, bi tundî şermezar dikin û ew ê bang li Kiwalisiyona Niştîmanî ya Opozisiyona Sûriyê bikin ku rêzê li Belgenameya Hevbeş ya navbera ENKS û Kiwalisiyonê de bigrin.