Giraham : Hêzên navdewletî dê Herêma Aram bi rê ve bibin

Giraham : Hêzên navdewletî dê Herêma Aram bi rê ve bibin

Oct 21 2019

ARK NEWS .. Hevdemê Hikûmeta Turkiyê tekeziyê li ser avakirina herêmeke aram li Rojavyê Kurdistanê û hin herêmên Sûriyê dike, û dibêje divê ew herêm di bin destê Turkiyê de be, sînatorekî Emerîkî hin hûrguliyên nû derbarê pilana damezramdina herêma ku kar li ser tê kirin eşkere kir.

Lêdinsî Giraham di çarçoveya beşdarbûna xwe bi kenala Fox News ya Emerîkî re got ku wî hevdîtin bi Serokê Emerîkayê Doland Tiramp re kiriye û jê re pilana damezrandina herêma aram eşker kiriye ku ew herêm ne herêmek leşkerî navbera Turkiyê û Kurdan de ye û hêzên navdewletî ne hêzên Emerîkî dê wê herêmê bi rê ve bibin .

Navbûrî serbar kir ku Emerîka dê desteserkirina asmana wê herêmê li xwe bigire û metirsiyên Turkiyê ji Kurdên ku bi terrorist bi nav dike dê ber çav bigire

Giraham herwiha ameje pê kir ku ev pilan pilaneke dîrokî ye tê de ewlekariya hevalbendên wan Turkiyê û Kurdan dike herwiha jêderên petrolê bi serpireştiya QSDê ya ku operasyonê dijî DAIŞê bi pere dike hatiye dabînkirin

Ragihandina Lêdinsî giraham berûvajî daxwazên Turkiyê tên ji ber ku Turkiyê herêmeke aram bi dirêjahiya 444 K.L û bi kûrahiya 32 K.L dixwaze û li ser daxwaza xwe rijd e .

Tevî ku QSDê xwe ji Serê Kaniyê vekişand û serokê Turkiyê Receb Teyib Erdoxan ragihand ku 1500 K.L desterser kirine lê hîn jî çawaniya damezrandina Herêma Aram li Rojavayê Kurdistanê û Rojhilata Feratê û aliyên tê de beşdar ne diyar in .

Ş.E

544