Penaberekî sûrî otombêlek ser elektirîkê kar dike dirust kiriye

Dec 09 2018

ARK NEWS .. Li bajarê Hatay yê Turkiyê Penaberekî ereb xelkê Sûriyê ku bi xwe endezyar e, otombêleke ser elektirîkê, û hêza rojê kar dike, û dimeşe dirust kiriye .

Li gor ajansa Anadol ragihandiye ku endezyarê sûrî, yê bi navê Mihemed Ebdo yê 30 salî, dawî bi dirustkirina otombêlekê li ser elketrîkê dimeşe aniye, û ew otombêl bi navê Sînar bi nav kiriye, ku ew nav navê keça xwe ye .

Li gor heman jêderê ku otombêl dikare ta lezatiya 70 kêlo mitirî di yek demijmêrê de biçe, herwiha hin taybetmendiyên din di wê otombêlê de hene .

Ş.E

547