Serok Barzanî pêşwaziya kunsulê nû yê Emerîkî kir
ARK NEWS... Îro roja Yekşemê 11ê Tîrmeha 2021ê li Selahedîn serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Robêrt Paladîno kunsulê nû yê Emerîka li Hewlêrê kir.
Di hevdîtinê de ku Robert Waler Kunsulê berê yê Emerîka li Hewlêrê amade bû, rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û hilbijartinên paşeroja Iraqê û proseya siyasî ya Herêmê guftûgo kirin.
Kunsulê nû yê Emerîka tekez li wê yekê kir ku welatê wan xwazyarê Herêma Kurdistaneke bihêz û yekrêz e û Emerîka herdem rêz ji bo vîn û xweragiriya gelê Kurdistanê hebû û ragihand ku Emerîka bi dilgiranî temaşa gefa siyasî û ewlehî ya li ber Iraqê dike.
Her di civînê de tekez li ser prensîpên pêkvejiyan, azadî û wekhevîxwaziyê ji bo bibe bingehek ji bo aramî û geşkirinê kir.
Serok Barzanî spasî erk û keda Kunsulê berê yê Emerîka li Hewlêrê kir û heman demê de jî hêviya serkeftinê ji bo Kunsulê nû yê Amerîka li erk û karên wî de xwest.
Ş.E
569
