Hêzên Emerîkî yên vedikişin dê li van welatan bi cih bibin

Hêzên Emerîkî yên vedikişin dê li van welatan bi cih bibin

Oct 16 2019

ARK NEWS .. Duh Sêşemê 15ê Cotmeha 2019an, Berpirsekê Emerîkî got ku derdora 100 leşkerên welatê wî yên ku ji Rojavayê Kurdistanê vedikişin dibe ku biçin Iraq, Kiwêt û Urdunê.

Wî berpirsê Emerîkî yê ku nexwest navê xwe eşkere bike, di daxwiyaniyekê de ji bo "Associated press" derbarê vekişandina hêzên welatê xwe ji Rojavayê Kurdistanê, ragihand ku hêzên wan ji bajarê Minbicê derketin.

Her wiha serbar kir ku hêzên wan amadekariyan dikin ji bo bicîhiştina Rojavayê Kurdistan û Sûriyê, û amaje bi wê yekê kir, ku eger heye hêzên wan yên li Iraqê dimînin operasiyonên leşkerî derveyî sînorê wî welatî jî encam bidin.

Zana Ibrahim

806