Hêzên Emerîkî du bingehên xwe li Rojavayê Kurdistanê bi cî hiştin

Hêzên Emerîkî du bingehên xwe li Rojavayê Kurdistanê bi cî hiştin

Oct 21 2019

ARK NEWS .. Di çarçoveya vekişandina hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de, hêzên Emerîkî duh Yekşemê 20î Cotmeha 2019an, du bingehên xwe yên leşkerî, ku yek ji wan mezintirîn bingehên wê li herêmê ye, vala kirin.

Ajansa fermî ya rêjîma Sûriyê "Sana" ragihand ku leşkerên Emerîkî bingeha xwe ya li gundê "Til Beyder" li Rojavayê Kurdistanê, ku wekî firokexane dihate bikaranîn, wêran kir.

Her wiha ajansa "France Press" got ku karwanek bêtir ji 70 zirîpoş û otombêlên leşkerî yên ku ala Emerîka li ser wan bûn, di nav bajarê Til Temer yê Rojavayê Kurdistane re derbas bûn, û çend firokeyan ew diparastin.

ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan da xwuyakirin, ku wê karwana leşkerî ya Emerîkî, firokexaneya "Sirîn" ya dikeve 30 kîlometran başûrê Kobanê, û berê ji xwe re kiribûn bingeh, vala kirin.

Bi van vekişandinên duh , hêzên Emerîkî mezintirîn û pêncemîn bingeha xwe, di heyama du heftiyan de, vala kirin.

Bingeha "Sirîn" dikeve nêzîkî sînorê navçeya aram ya ku Turkiyê kar li ser avakirina wê dike li Rojavayê Kurdistanê, û ji ber wê yekê di roja 9ê vê mehê de, dest bi operasiyoneke leşkerî kir.

Di 14ê heman mehê de Emerîka ragihandibû ku wê ferman daye derdora 1000 leşkerên xwe, yên li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dimînin, vekişin.

Bi vî awayî hebûna hêzên Emerîkî li Sûriyê, bi tenê dimîne di sînorê her du parêzgehên Hesekê û Dêra Zorê û navçeya Tenef de.

Zana Ibrahîm

1431