Girtina deriyê Sêmalka di berjewendiya kê de ye?

Girtina deriyê Sêmalka di berjewendiya kê de ye?

Jun 23 2021

Girtina deriyê Sêmalka di berjewendiya kê de ye?
Şêxo Efrînî

Ji du rojan ve, ji dema ku PYDê biryara girtina deriyê Sêmalka yê hevsînorî bi herêma Kurdistanê - Deriyê Fîşabûrê- daye, rewşeke tevlîheviyê li ba şêniyên kurdên Rojavayê Kurdistanê çê kiriye, bi taybet li cem kesûkarên nexweşan yên berê xwe didan herêma Kurdistanê, herweha penaberên li herêma Kurdistanê jî yên ku di rêya wî dergehî re diçûn bajarên Sûriyê da ku çareseriya xwe ya tendirustî berdewam bikin.

Di her halekî de, biryareke şaş e, û nakeve berjewendiya gel de, berûvajî wê yekê ye, li hember hêviyên gel radiweste. Beriya em behsa çareseriyan bikin, divê em ameje bikin ku tevlîheviyek di nava rêveberiya PYDê, bi xwe de çê bûye. Piştî biryar derket yekser hin alavên xwecihî yên rojnamegeriyê derketin û gotin ku biryar hatiye pûçkirin, dîsa diyar bû ku biryar hîn berdewam e û pydê li ser cîbîcîkirinê rijd e.

Di vir de ez dixwazim hin pirsan arastey rêveberiyê bikim:
Tu dikarî ji nexweşên berê xwe didan herêma Kurdistanê re çareseriyeke şûngir yan bedîl binînî?
Tu dikarî êş û azarên xelkê ji derencamên vê biryarê hilgirî?
Tu dikarî rêya nerewa -Qaçax- kontrol bikî û nehêlibî qaçaxcî serê xelkê di derbaskirina her kesekî nefrînin?
Tu dikarî bandorên aborî yên xerab yên ji encama biryarê bixe stûyê xwe?
Tu dikarî kontrola nirxê kelûpelên jiyana bijêwa rojane bikî?
Bêguman gelek pirsin din hene bersiv her Na ye.

Di dawiyê ez ê tekez bikin ku çawa biryara 119 hilweşiya ev biryar jî dê hilweşe ji ber ku deriyê Sîmalka- Fîşabûr weke henaseya herdu aliyan e, bêhtir xelkê me pêwîstî pê heye.


Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

321