Li Kobanê kirîza Çiminto derketiye holê
Jun 01 2021
ARK NEWS .. Eve Du mehin û kirîza nebûna çiminto li bajarê Kobanê derketiye holê , û ta niha jî berdewam e , û bûye sedema rawestandina sekterê avakirinê bi giştî.
Jêderek xwecihî ji Kobanê ragihand ku ewe Du mehin û madeya çiminto li Kobanê kêm bûye , û got ku ev heftiyek heye û çiminto nemaye , tevî ku nirxê madeya çiminto bi rêjeya 10% giran bûye.
Jêderê serbar kir ku ji ber derketina vê kirîzê bandora xwe ya nerînî li ser sekterê avakirinê bi giştî li bajarê Kobanê kirye , serbarê nebûna derfetên kar di warê avakirinê de .
334
