Efrîn... Tometeke nû li ser şêniyên kurd hatiye sepandin
ARK NEWS... Komên çekdar yên destê xwe danîne ser herêma Efrînê tometên curbicur li ser şêniyên kurd disepînin û direvînin da ku gojmek pere li hember serbestberdan wan revandiyan yan jî diyarkirina çarenivîsa wan ji malbat û kesûkaran bistînin.
Ji bilî tometa PYDê û derketina noberdariyê li ser rêbendan yan jî têkilî û peywendî bi rêveberiya berê re heye, curek nû ji tometê derketiye, ew jî têkilî û peywendî bi sêxurên Turkiyê re.
Di vê derbarê de rêxistina mafê mirovan li Efrînê eşkere kir ku çekdarên polîsan û berpirsê ewlehî di çekarên Feyleq Elşam de ko bi koka xwe xelkê Humsê ne li bajarokê Meydan Ekbesê li navçeya Raco telefonên 6 welatiyan di nav de jin jî hene bi tometa têkilî bi aliyên dijberî şoreşê dikin jê standin û desteser kirin
Her li heman bajarokî çekarên Feyleq Elşam bi fermandariya Selîl Elxalidî û Hîşam di 27 Gulanê de du welatî bi temên 35 û 65 salî revandin ew jî bi tometa peywendî bi hêzên Turkî re û hewalgiriyê li ser çekdar û fermandaran dikin û agahî û zanyariyan ji hêzên Turkî yên li deverê pêşkêş dikin.
Li aliyekî din çekdarên polîsîn leşkerî yên li ser rêbenda bajarê Ezazê welatiyekî ciwan bi navê Beşar Osman Osman ku ji gundê Kefircenê yê navçeya Şera ye bi tometa leşkeriya neçar li cem PYDê kiriye û rewşa xwe ya yasayî li cem çekdaran teswiye û çareser nekiriye revand ji bo navenda ewlehî hat birin û metirsî heye ku ji bo zîndana Elraî were veguhestin.
Ji dema ku çekdar destê xwe danîne ser herêma Efrînê her curek ji tometan li ser kurdan têne sepandin û mebest û armanca serekî ji wê yekê li gorî çavdêrên siyasî dibêjin wergirtina pereyan û neçarkirina wan ji destberdana mal û mulakan xwe ne.
Ş.E
500
