Me çi ji Efrînê re pêşkês kir, em ê çi bikin?

Me çi ji Efrînê re pêşkês kir, em ê çi bikin?

Jun 09 2022

Me çi ji Efrînê re pêşkês kir, em ê çi bikin?
Şêxo Efrînî

Piştî her tawanekê, yan binpêkirinekê di dermafê kurdekî Efrînê de tê encamdan, yekser dest bi lorîn, girîn û nalînan dibe, post û belavkoên cûda cûda têne nivîsandin, piştgiriya xwe ji wê bûyerê re didin diyarkirin, lê di rastiyê de, ne bi dil û ne jî bi can amade ye ku tiştekî biçûk, berçav yan gujmek pere ji wî kesî ku binpêkirin di dermafê de hatiye encamdan re pêşkêş bike, bêguman ev axaftin ne li ser hemûyan bi cî dibe, ji ber ku hin kes hene dikin, bê ku dengê xwe derxînin.

Helkefta vê axaftinê ew e ku; yek ji çekdarên oposizyona Sûriyê bi navê Beşar Ebû Salih, ku ji koka xwe ji bajarê Ezazê ye, di dirêjahiya du salan de tawan û binpêkirinên nemirovane li gundên Meydana (7 perçe ne) li navçeya Raco ya Efrînê di dermafê kurdan de encam dane, ku piştî karîbû xwe bigihîne Elmaniyayê, rêxistina mafê mirovan li Efrînê di 15ê Berçileya îsal, nav û wêneya wî belav kirin, û ragihand ku tawan li Efrînê di heqê kurdan de encam dane, divê ji bo dadgeha Elmanî were radestkirin; da ku sizeya xwe bibîne, lê ji wê demê ve ta niha, ne parêzer, ne yasanas ne jî dewlemendên kurd, xwe terxan kirine ku doza wî tawanbarî bişopînin û bidin dadgehkirin!.

Ji dema Efrîn ketiye wê rewşê de, bi dehan sazî, rêxistin, komele, platform, encûmen û dezgeh bi navê Efrînê hatine damezrandin, lê ka ta niha çi ji xelkê Efrînê, yên li ser axa xwe mene, yan yên li kampên Şehbayê, yan yên derbider li Helebê re pêşkêş kirine? Bersiv ew e ku, kêm xizmetguzarî û çalakî hatine pêkanîn. Çend kesan xwe dane ber welatiyên têne revandin û ji aliyê revîner, yên pereyên fidiyê dixwazin re, pere dane û ew welatî rizgar kirine? Bi sedan dewlemendên herêma Çiyayê Kurmênc li derveyî welêt dimînin ka çi kirine? Çend malbatên xwedî kirine? Çend sêwî bi xwendin dane? Çend jinebî (Jinbî) xwedî li wan derketine? Çend nexweş derman û çareser kirine? Eger hebin jî li ser pêçî û tiliyan têne hejmartin.

Bi sedan ekedîmînas!
Di vê dawiyê de malpera Têrîj Efrîn navê zêdetirî 120 ekedîmînasên kurdên Efrînê li diyaspora belav kir, û got li seranserî cîhanê belav bûne û weke Diktor, mamoste û profesor di zanîngehên cihanî de ne, lê piştre hin kes derketin û gotin ku hejmar zêdetir e, dibe ku hejmar 200 ekedîmînas be jî. Ka van mamosteyên zanîngehên cihanî doseyek ji hezaran doseyên ku li Efrînê hene gihandine aliyên peywendîdar û berpirs? Hema çi dose be, revandin, binçavkirin, birîna daran, şewitandina daran, desteserkirin, guhertina demoxraftî, avakirina niştecîgehan, tunekirina nasnameya kurdî û jiyana siyasî, bicîkirina ereban li malên kurdan de, û berbelavbûna diyadeyên çekdarî? Yek ji van doseyan gihandine rêxistineke cîhanî yan rêxistinên belgekirina binpêkirinan.

Gotinek kurdî heye dibêje: Rastî tal e, ev jî rastiya ku çê dibe, ne siyasetmedarên me, ne rewşenbîrên me, ne jî dewlemdên me, ne jî ekedîmînasên me karîbûn tiştekî ji Efrînê re pêşkêş bikin. Herdem gilî û gazin ji partiyan têne kirin, rast e PYDê Efrîn firot, û ENKSê jî nikarîbû xwedî derkeve û nivisgehên li Efrînê, navçe û gundên wê veke, lê em efrînî jî têra xwe hene, nêzîkî melyonek mirov in, me bi qasî 10 ji 100î nekiriye, dîsa jî dubare dikim ku hin kes hene bi hêminî û bêdengî kar dikin û cihê rêzê ne.

Bi tenê em di gotinan de zîrek in li ser zemînên boş û vala ne. Pêwîstiya Efrîn bi karekî cidî bilez heye, eger na jî Efrîn têk diçe û hêdî hêdî dide herêmea ereb û turkmanan.

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

512