
Efrîn .. Kuştin, Şewitandina zeviyan, Revandin êdî bûne diyarde
ARK NEWS .. Li Herêma Çiyayê Kurmênc kiryarên hovane û binpêkirin di derheqê kurdan de edî bûye diyarde û her roj bi bê tomarkirina binpêkirinan derbas nabe ku eve bêtir ji salekê ye ji aliyê Turkiyê û girûpên çekdar ve hetiye kontirolkirin lê hîn sînor nehatiye dayîn .
Şewtandina dar û zeviyan ya herî kêm e li gor astengî û êş û azarên xelkê .
Kiryarên kuştin revandin dizî destesekirin têne encamdan û piroseya guhertina demoxrafiya herêmê li dar e .
Keraseta herî dawiyê revandina sê welatiyên kurd bû di nav wan de zarokek jî hebû tevî belavbûna nûçeya detesekirina tawanbaran lê hîn jî çarenivîsa zarokê bi navê Mihemed kurê Reşîd û welatiyê bi navê Şeref Dîn Sîdo ne diyar e .
Zarokê bi bavê xwe û bi welatiyê bi navê Şeref re di 13ê Gulana 2019an bi mebesta çareserkirina tenduristî ji Cindirêsa berê xwe dabûn Izazê ji wê rojê ve ji aliyê girûpek çekdar ve hatin revandin û li hember serbestberdana wan 100 hezar dolarên Emerîkî ji malbatê xwestin .
Ji ber ku pereyên hatine xwestin ji hêz û taqeta malbatê bilintir e nikarîbûn pereyan dabîn bikin ku di encamê de kerasetek hate rûdan
Di 21 Gulanê vîdiyoya Şeref Dîn belav bû tê de bi şêweyekî tund û tûj, bi hovane û dûr ji mirovatiyê hatiye eşkencedan û banga dabînkirina bilez ji 100 hezar dolar re dike.
piştî wê bi rojekê di 22 Gulanê termê Reşîd Xelîl bavê Mihemed navbera gundê Qestelê û Ereb Wêranê hate dîtin ku din işkenceyê de şehîd bûye .
ji bilî wê yekî jî di 16ê Gulanê de welatiyê bi navê Mihemed Ibrahîm ku rastî işkenceyê li gundê Xilalka hatibû şehîd bû .
li Efrînê tawanên cengî derheqê xelk û siruşt û demoxrafiya wê hatine encamdan û ta niha tawanbar serbest û azad in tevî vegera rêjeya kêm ji welatiyên resen lê ereb roj bi roj cihê xwe germ dikin û erebkirina Herême berdewam e û banga derxistina çekdar û ereban û vegerandina kurdin resen têne kirin .
Ş.E
351