Malbata her 8 revandiyên dîl li cem QSDê daxuyaniyek belav kir

Malbata her 8 revandiyên dîl li cem QSDê daxuyaniyek belav kir

Feb 27 2021

ARK NEWS... Îro 27ê Sibata 2021ê, Malbata her heşt revandiyên kurd li Minbicê daxuyaniyek belav kir û ji Mezlûm Kobanê, fermandarê giştî yê QSDê xwest ku bi erkê xwe yê yasayî, rewiştî, û civakî rabe û çarenivîsa endamên ku weke dîl hatine girtin, diyar bike.

Dr. Lezgîn Îbo, ku yek ji endamê malbatê ye daxuyaniyek bi navê malbata xwe belav kir, tê de ragihand ku ji 48 rojan ve heşt endamên malbata wî ji aliyê encûmena Minbicê ya leşkerî ku ser bi QSDê ve ye revandî ne, û weke dîl li cem xwe girtine, heya ku Nîdal Îbo xwe radest bike. Nîdal jî bi tomete gendelî ji aliyê wê encûmenê ve tê xwestin. Û beriya demekê dest ji encûmena Minbicê kişandibû

Daxuyaniyê banga li Mezlûm Kobanê kir ku berpirsiyaretiyê li hember gel û hevpeymaniya navdewetî hilgire û çarenivîsa malbatê diyar bike. Di zûtirîn dem de, serbest berde, herweha guhdana tendirustî ji bavê wî yê nexweş re dabîn bike, û zarokan vegerîne dibistanên wan.

Daxuyaniyê herweha da zanîn jî ku her kesek destê xwe di vê tawanê de heye size bide û dadgeh bike, û derencamê doseyên gendeliyê ji bo raya giştî û ragihandinê eşkere bike.

Ji 48 rojan ve ji dema ku Nîdal Îbo ji encûmena Minbincê cuda bû, li ser weşana zindî li ser torên civakî derket, û behsa gendeliya berpirsên encûmenê kir, ji wê demê ve 8 ji endamên malbata wî weke dî hatine girtin, navê endamên malbata xwe belav kir ev in:

Mehmûd Îbo 60 salî
Rêzan Îbo 24 salî
Ehmed 16 salî
Mihemed 14 salî
Emîra Betran 23 salî
Hersê zarok Mehmûd yê 6 salî
Lezgîn 4 salî û Arîna 3 salî.

Ji dema ku li ser ragihandê hatiye belavkirin, revandina 8 endaman weke dîl li hember xweradestkirina Nîdal Îbo bûye cihê şermezarî û riswakirinê, û banga serbestberdan wan endaman tê kirin.

Ş.E





445