PDK-Sê 45 salroja şoreşa Gulanê li serok Barzanî pîroz kir

PDK-Sê 45 salroja şoreşa Gulanê li serok Barzanî pîroz kir

May 27 2021

ARK NEWS... Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, birûseke pîrozbahiyê arasteyî serok Mes'ûd Barzanî kir, tê de 45mîn salroja şoreşa Gulanê li serok Barzanî û tevaya endam û alîgrên Partiya Demokrata Kurdistanê pîroz kir.

Birûska Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê ,got ku şoreşa Gulanê dirêjpêdera şoreşa Êlûnê bû, ew mehên navbera herdu şoreşan de weke qonaxa dûbare xwerêkxistinê di nava rêzên Partî û cemawerê Kurdistanê de bû.

Herweha di birûska pîrozbahiyê de hatiye ku şoreşa Gulanê di 26 Gulana sala 1976 an de dest pê kir, û tevaya gelê kurd tevlî rêzên şoreşê bûn, ku raperîna sala 1991an yek ji encamên şoreşa Gulanê bû.

392