Eniya Aştî û Azadiyê bi berpirsê Japonî re civiya

Eniya Aştî û Azadiyê bi berpirsê Japonî re civiya

May 07 2021

ARK NEWS... Nivîsgeha peywendyên derve û diplomasî ya Eniya Aştî û Azadiyê li gel berpirsyarê doseya Sûriyê di wezareta derve ya Japonî de civya.

Roja Çarşemê 05. 05. 2021, û di rêya vîdiyo konfirans ve, hevrêzkarê giştî û endamên nivîsgehên peywendiyên derve û diplomasî ya Eniya Aştî û Azadiyê civînek li gel Gotaro berpirsyarê doseya Sûriyê di wezareta derve ya Japonî de li dar xist.

Di civînê de rewşa Sûriyê bi giştî û astengiyên li pêşiya çaresekirina kirîza Sûriyê û çaweniya dirustkirina fişarê li ser rêjîma Esed ta ku neçar bibe bi çareseriyê razî bibe, hate kirin, ku pêwîst e kirîza Sûriyê li gorî biryara Navdewletî 2254 were çaresekirin.

Ji aliyê xwe ve aliyê Japonî eşkere kir, ku welatê wî gujmê 200 melyon dolar ji bo alîkariya Sûriyan terxan kiriye.

250