4 ji derbiderên Efrînê bûn qurbaniya bûyereke hatûçûnê

4 ji derbiderên Efrînê bûn qurbaniya bûyereke hatûçûnê

Jun 20 2019

ARK NEWS .. Duh roja Çarşemê 19ê Hizêrana 2019an, di encama bûyereke hatûçûnê de 4 ji derbiderên Efrîna Rojavayê Kurdistanê li ser rêya Hesekê jiyana xwe ji dest dan .

Jêderên xwecihî ji Efrînê ragihandin ku : Her yek ji Mihemed Elî Reşîd û hevjîna wî Medîne Husên, herwiha kurê wan Şêrwan û ajokarê bi navê Reşîd Mihemed bûne qurbaniya bûyereke hatûçûnê li ser rêya Emûdê û Hesekê .

Heman jêderan tekez kirin ku : Wê malbatê berê xwe didan nexweşxaneyê da ku lingên çêkirî ji herdu hevjînan re deynin ku di dema şer û bombebarana Efrînê de lingên wan hatin birîn .

Malbata navbûrî xelkê navçeya Raco ne, ji ber şerê Efrînê 2018an derbiderî Cizîra Rojavayê Kurdistanê bû bûn .

Ş.E

928