Serok Barzanî: Bi hêvî me kurdên me yên Êzîdî helkeftên xwe bi aramî derbas bikin

Serok Barzanî: Bi hêvî me kurdên me yên Êzîdî helkeftên xwe bi aramî derbas bikin

Aug 02 2021

ARK NEWS... Serok Mesûd Barzanî, bi helkefta hatina cejna Çileya Havînê ya kurdên Êzîdiyan, nameyek belav kir. Naveroka nameyê ev e:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta cejna Çileya Havînê ya xûşk û birayên Êzdî pîrozbahiyeka germ li Encûmena Ruhanî û hemû Êzdiyên Kurdistan û cîhanê dikim.

Hêvîdar im ev cejne ji bo hemû Êzdiyan û bi taybet Êzdiyên Kurdistanê bibê destpêka xweşiyê û kevînbûna hemû birîn û êş û azarên destê terorê. Hêviya min ew e ku xûşk û birayên Êzdî jiyan û hemû cejn û helkeftên olî di aramî û tenahiyê de bi ser bibin.

Cejna we pîroz bê û bimînin di xêr û xweşiyê da

Mesûd Barzanî
03.08.2021

337