Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî li bîranîna Roja Rojnamegeriya Kurdî da

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî li bîranîna Roja Rojnamegeriya Kurdî da

Apr 22 2021

ARK NEWS... Li bîranîna (123) saliya roja rojnamegeriya Kurdî û (23) saliya damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê da, pîrozbahiyê li rojnamevan û Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê dikim, hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim. Piştevaniyeke tevahî ji bo rojnamevanan û baweriya me ya neguheriya bi azadiya rojnamegerî û raderbirînê wekî bingeheke serekî ya her civakeke demokrat û azadîxwaz, dûpat dikîn.

Rexsandina jîngeheke aram û baş û handerê rojnamevanan û gihîştina wan ya bi çavkaniyên zanyarî û veguhestina dûrî her cûre berbestek, zamine ji bo wê yekê ku karê rojnamegeriyê bikarê erkê xwe ya li hişyarkirina raya giştî û rola çavdêraneya li ser karê dam û dezgehan ve bi cûreyek bibînê ku bibê hevbeşeke bi bandor ya li proseya avakirin û geşkirina demokrasî û civakê da.

Em çaverêne rojnamevan berpirsiyarane û pîşeyiyane, bi ber çav girtina yasayan û bihayên pîşe û karên rojnamevaniyê û pêverên navdewletî, bi rastgoyî, hevseng û bê alî, karê xwe bikin û parastina aştiya civakî û aramiya siyasî û berjewendiyên bilindên gel û welatê xwe li ber çav bigrin. Her binpêkariyeke warê rojnamevaniyê, divê bi yasaya rojnamegeriya li kurdistanê de muamele li gel da bê kirin.

Bi çaveke rêz ve li rola wan rêxistinên navdewletî û navxweyiyan dinêrîn ku bi rastgoyî û emanetê ve çavdêriya azadiya rojnamegerî û raderbirîna li Herêma Kurdistanê dikin, raportên wan yên yarmetîder û rênîşander bi bihêzkirina bingeha û parastina azadiyan de dinirxînîn.

Her li vê helkeftê de dilgiraniya xwe ya kûr ji wê diyardeya biyanî û wê zimana astnizm derdibrim ku mixabin li beşeke medya û medya ya civakî ya Kurdistanê da serîhildaye, ku zimaneke namo û xerîb bi akar û kevneşopiyên civaka Kurdistanê û bi dîrok û kelepûra giran ya rojnamegeriya Kurdî û dûrî li hemû etîk û bihayeke rojnamevaniyê ye. Divê bi hewla hemû aliyek sînor û tixûbek ji bo wê diyardeyê bê danîn û bi dawî bibe.

Xweşhalîn ku doh Parlemena Kurdistanê biryarê ji bo bi fermî nasandina 22 yê nîsanê wekî roja rojnamegeriya Kurdî derxist û li vê bîranînê de silav û hûrmet ji bo giyanê Mîr Mîqdad Medhet Bedirxanê pêşeng û wan hemû rojnamevanan re dişînîn ku jiyan û pîşeya xwe xistin xizmeta azadî û pêşketina gelê xwe û bi navê gihandina rastî û geşepêdana rojnamegeriya Kurdî da giyanê xwe spartin. Hêvîdarim bîranînên paşerojê hevre û li rewşeke baştir da bikîn.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
22.04.2021

189