Efrîn bûye penageha ereban

Efrîn bûye penageha ereban

Jan 08 2019

ARK NEWS.. Êdî Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê bûye cihek germ ji girûpên çekdar û malbatên wan re, her girûpek dikeve astengiyan de berê xwe dide Efrînê ku bi dehan cî û şûn ji bilî Efrînê di bin destê Turkiyê hene dikarin berê xwe bidin wan deran lê Efrîn ji wan re bûye penageh .

Ji ber ku bi hezaran mal li Efrînê bê xwedî ne û xelkê wan ji ber şer reviyabûn dervey Efrînê û niha bûne wek dîl li cem PYDê, malbatên ereb bi serbestî derbasî nav xaka Efrînê dibin, û li taxên bajêr û gund û navçeyên wê bicî dibin û bi serbestî karûbarên xwe birêve dibin .

Li gor jêderên xwecihî ji gund û bajarê Efrînê ji ARKê re ragihnd ku hin girûp ji Efrînê derketine û berê xwe dane cihekî din ku ji ber şerê pêşbînîkirî xwe amede kirine lê li hember de piştî şerê dawiyê navbera HTŞê ango Beriya Nusra û çekdarên Nûredîn Zinkî de hejmarek ji malbatan berê xwe dan Efrînê wek Basûtê û Xezewiyê û gundên derdora Efrînê .

Li gor jêderên ragihandinê ku encama rêkeftina navbera çekdarên HTŞê û çekdarên Nûredîn Zinkî ew bû ku 150 çekdarên Nûredîn Zinkî berê xwe dane Efrînê û deverên dibin kontrola wan radestî HTŞê kirine .

Di dema çekdarên HTŞê derbasî nav deverên di bin kontrola Zinkî de bûne derbasî nav zindanan bûn û di wir de xelkê Efrînê jî di zindanê de hebûn herwiha meydanek ji kombûna otombêlan tê de 250 otombîlên Efrînê yên dizî li wir bûn û biryar e ji xelkê wan re eger belge hebin werin vegerandin .

Ji despêka derbasbûna Turkiyê û girûpên çekdar ji bo Efrînê û demoxrafiya wê tê guhertin bê ku aliyên kurdî sînorekê ji wê helmetê re deynin, xelkê ereb li şûna kurdên derbider de cihê xwe digrin û bi rehetî û azadî liv û tevgerê dikin .
Ş.E

519