8 sal in, 8 efserên kurd revandî ne, û çarenivîs ne diyar e

8 sal in, 8 efserên kurd revandî ne, û çarenivîs ne diyar e

Apr 17 2021

ARK NEWS... 8 sal in, û her 8 efserên Kurd yên ji rêjîma Sûriyê cuda bûne bê çarenivîs in, tevî ku li herêmên di bin destê Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê de hatibûn binçavkirin, û di 16 Nîsana 2013an nûçeyên wan hate birîn, lê PYDê dan bi hebûna wan efseran di zindanên xwe, yan jî radestkirina wan ji rêjîma Sûriyê re nake.

Piştî şoreşa Sûriyê ji ber ku artêşa rêjîma Sûriyê bi karê stemkarî û binpêkirinan derheqê gelê Sûriyê de radibûn; bi hezaran ji efser û çekdar ji artêşa rêjîmê cuda bûn, herwiha bi hezaran ji kurdên ku di leşkeriya rêjîma ya neçar û kesên xwebexş veqetiyan.

Di meha Nîsanê /2013an 8 efserên kurd ji artêşa rêjîmê cuda bûn, û biryara hatina Herêma Kurdistanê da, piştî ku xwe gihandin bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ku di wê demê û ta niha jî ew bajar di bin destê PYDê de ye, dengûbasên wan hatin birîn.

Efserên kurd ev in:

Emîd Mihemed Xelîl ji bajarê Babê yê Rojhilatê Helebê ye
Eqîd Mihemed Heysem ji bajarê Efrînê ye
Eqîd Hesen Oso ji bajarê Efrînê ye
Eqîd Mihemed gule Xêrî ji bajarê Efrînê ye
Muqedem Şewqî Osman ji bajarê Efrînê ye
Raid Behzad Naso ji bajarê Efrînê ye
Neqîb Hisên Bekir ji bajarê Efrînê ye
Mulazim Ewel Ednan Berazî ji bajarê Kobanê ye

Li gor çalekvan û siyasetmedaran ku PYDê bi karê binçavkirina efserên kurd rabûne û ne dûr ku radestî rêjîmê kiribe.

Ş.E

285