Xwepêşandanên xelkê Siwêdayê li dijî rêjîma Sûriyê berdewam in
Roja, Înê 24ê Gulana 2024an , bi sedan welatiyên bajarê Siwêdayê di xwepêşandaneke mezin de kom bûn û tekezî li ser berdewamiya tevgera aştiyane li dijî rêjîma Sûrî kir, û xwepêşanderan daxwazên xwe ji bo rûxandina rêjîmê û guhertina siyasî nû kirin.
Xwepêşanderan berdewamiya tevgera aştiyane ya li dijî rêjîma Sûrî tekez kir û hejmarek silogan bilind kirin, di nav de "Serê xwe bilind bike, tu Sûriyekî azad î".
Di Tebaxa sala borî de, xwepêşandan ji ber xirabûna rewşa aborî li Siwêdayê bi rê ve çûn, pişt re asta daxwazan bilind bû û welatiyan banga hilweşandina rêjîmê, bicîkirina biryara 2254 a Netewên Yekgirtî û serbestberdana girtiyan kir.
116