Serok Barzanî serxweşî ji malbata Profesor Îzedîn Mistefa Resûl re xwest

Serok Barzanî serxweşî ji malbata Profesor Îzedîn Mistefa Resûl re xwest

Oct 03 2019

ARK NEWS .. Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo koça Profesor Îzedîn Mistefa Resûl

Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi xemgîniyê ve nûçeya koça edîb û dîroknivîs û kesayetiyê navdar, Profesor Dr Îzedîn Mistefa Resûl gihîşt me.

Li vê helkefta xemgîn da pirse û serxweşiya xwe bi malbata rêzdar û hemû rewşenbîran û xizm û hevalên mamostayê koçkirî radigihînim û beşdarî xema we me.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê Kak Îzedîn bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun

(Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
03.10.2019

378