
Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Emerîka li Iraqê kir
ARK NEWS... Roja Duşem 12.04.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Masyo Tuler Balyozê Emerîka li Iraqê û şandeke li gel da kir.
Li vê kombûnê da ku Rob Waler Kunsilê Emerîka li Hewlêrê jî amade bû, rewşa siyasiya Iraq û guhertin û pêşhatên dawî yên di nava proseya siyasiya Iraqê hatin guftûgo kir.
Her li vê hevdîtinê de pejirandina yasaya bûdceya sala 2021 ê Iraqê bi hengavekî erênî da zanîn û di derbarê diyaloga stratejiya di navbera Emerîka û Iraqê û rola aliyan ya ji bo serxistina wê diyalogê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Li dirêjahiya wê civînê de ronahî xistin li ser metirsî û gefên terorê li Iraq û Sûriye û pêşxistin û bihêzkirina nermînîşandana ji bo gihîştina aramiyê bi pêwîst zanîn.
Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka mijareke dinê vê civînê bû û her du alî tekez li ser berdewamiya hemahengî û hevbeşiya di navbera Emerîka û Herêma Kurdistanê kirin.
336