Efrîn.. Girûpên çekdar 4 welatiyên Kurd revandin
ARK NEWS.. Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê , girûpên çekdar di revandin ,û niçavkirina welatiyên Kurd de berdewam e, herî dawî jî girûpên çekdar 4 welatiyên Kurd revandin û berev cihekî nediyar ve birin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand ku girûpên çekdar her yek ji welatiyê Kurd yê bi navê Behzad Subhî yê temen 50 salî , Ristem Izet yê temen 35 salî, Xelîl Emîr yê 27 salî , û Emîr Cemîl yê 25 salî ji gundê Dargirê yê bi ser navçeya Mabata ve revandin .
Rêxistina navbûrî da zanîn jî ku her 4 welatiyên Kurd ji aliyê wan girûpan ve rastî lêdan û eşkenceyê hatin , û piştre ji bo zindana Mi`rata ya navendî li Efrînê hatin veguhestin.
Ji dema ku Efrîn û gundên bi ser ve ketiye bin kontirola Turkiyê û girûpên çekdar de , û binpêkirin bi tevaya cûran dermafê welatiyên Kurd de têne encamdan , bê ku ta niha tu sînorek ji van binpêkirinan re were dayîn , û pêkîner werne siza dan.
483
