Li R.Kurdistanê di encama bûyereke Hatûçûnê de 4 kes birîndar bûn
Mar 24 2021
ARK NEWS .. Li Rojavayê Kurdistanê , di encama bûyereke Hatinûçûnê de hejmarek kes birîndar bûn .
Jêderek xwecihî ragihand ku duh li nêzî gundê Xane Serê li ser riya Qamişlo – Dêrik bûyereke Hatinûçûnê rû da , di encamê de 4 kes birîndar bûn .
Jêderê serbar kir û got ku du ji wan birîndaran ji ber giraniya birînên wan ji bo Nexweşxaneyê hatin veguhestin , û herdu birîndarên din rewşa wan ya tendirustî başe .
227