QSDê li ser nediyarkirina çarenivîsa 9 endamên malbateke Kobanê rijd e

QSDê li ser nediyarkirina çarenivîsa 9 endamên malbateke Kobanê rijd e

Mar 10 2021

ARK NEWS... Nêzîkî du mehan e, 9 endamên malbatekê ku ji kal, pîr, jin, zarok û ciwanan pêk tê, ji aliyê emcûmena Munbicê ya leşkerî ya ser bi QSDê ve hatine revandin, û QSDê jî weke merc ji serbestberdan wan re, banga xweradestkirina Nîdal Îbo dike ku ew jî yek ji malbatê ye, û berpirsekî darayî di encûmenê de bû, lê ji bêtirî du mehan ji encûmenê cûda bû, û hin doseyên gendelî, û gendelan eşkere kiribû.

Piştî ku Nîdal Îbo li ser totên civakî derket û behsa gendelên encûmena Minbicê kir, encûmena navbûrî 8 endamên malbata Îbo revandin û weke rehîne li cem xwe hiştin, tevî bangên malbatê ji bo diyarkirina çarenivîsa wan, li şûna ku serbest werne berdan, dayîka wan jî ya temen 55 salî li bajarê Kobanê ji aliyê QSDê ve hate revandin.

Guneha dayîka kurd ya bi navê Heyfa Hoşo ew bû li ser torên civakî derket û banga diyarkirina çarenivîsa hevjîn, kur, bûk û neviyên xwe kiribû, lê piştî derketina wê bi çend demijmêran ji mala xwe li bajarê Kobanê hate revandin.

Malbat tekez dike ku dayîka wan tu têkilî û peywendiya wê bi siyaset, doseyên partîtî, gendelî, û partiyan re tune ye, serbarî ku rewşa wê ya tendirstî ne aram e, û nexweş e, tevî wê yekê jî lê ji aliyê QSDê ve hate revandin, û tu agahî li ser çarenivîsa wê tune ye.

Malbata her 9 revandiyên kurd li Minbicê ev e çend daxuyaniyek belav dikin û ji Mezlûm Kobanê, fermandarê giştî yê QSDê dixwazin ku bi erkê xwe yê yasayî, rewiştî, û civakî rabe û çarenivîsa endamên ku weke rehîne hatine girtin, diyar bike. Herweha bang li her partiyekê dike ku bi erkê xwe rabin.

Malbat banga li Mezlûm Kobanê dike ku berpirsiyaretiyê li hember gel û hevpeymaniya navdewetî hilgire û çarenivîsa malbatê diyar bike. Di zûtirîn dem de, serbest berde, herweha guhdana tendirustî ji bav û dayîka wan re yên nexweş re dabîn bike, û zarokan vegerîne dibistanên wan.

Ji dema ku Nîdal Îbo ji encûmena Minbincê cuda bû, li ser weşana zindî li ser torên civakî derket, û behsa gendeliya berpirsên encûmenê kirbû, ji wê demê ve 9 ji endamên malbata wî weke rehîne hatine girtin. Di nav wan de welatiyê bitemen Mehmûd Îbo 60 salî û hevjîna wî Heyfa Hoşo ya 55 salî nexweş in herweha her yek ji
Rêzan Îbo 24 salî
Ehmed 16 salî
Mihemed 14 salî
Û bûka malbatê Emîra Betran ya 23 salî
Û hersê zarok, Mehmûd yê 6 salî.

Lezgîn 4 salî û Arîna 3 salî Çarenivîsa wan nediyar e, QSDê jî ta niha tu daxuyanî belav nekiriye, li ser xweradestkirina Nîdal li hember serbstberdana 9 endamên malbatê rijd e.

Ş.E


260