ENKSê: Hêviyên me bi Leşkerê Roj mezin in
ARK NEWS... Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê pîrozbayî li Eqîd Dilovan Robarî kir, bi helkefta destnîşankirina wî weke fermandarê giştî yê Pêşmergeyên Leşkerê Roj.
Di daxuyaniya pîrozbahiyê de ENKSê pîrozbahî li tevaya efserên Pêşmergeyên Leşkerê Roj kir, bi helkefta bilindbûna pileyên wan, û hêvî xwest ku di erkê xwe de serkeftî bin.
Herweha ENKSê got, ku ew di wê baweriyê de ne ku Eqîd Dilovan Robarî wê baştirîn şêwe xizmeta pêşmergeyên Leşkerê Roj bike, di rêya pabendbûnê bi rêbaza Barzaniyê nemir re.
Di dawiya daxuyaniya xwe de ENKSê got, ku hêviyên wan bi Pêşmergeyên Leşkerê Roj mezin in û em çaveriya wê rojê dikin ku pêşmergeyên Leşkerê Roj vegerne Rojavayê Kurdistanê, û kesûkarên xwe û xaka Rojavayê Kurdistanê biparêzin.
428
