Çekdarên PYDê zarokek li Hesekê revand

Çekdarên PYDê zarokek li Hesekê revand

Feb 09 2021

ARK NEWS... Çekdarên PYDê ciwanekî Kurd jêr 18 salî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê revand.

Li gor agahiyên bi destê ARKê ketine: Çekdarên PYDê ciwanê Kurd yê bi navê Mehmûd Adil Hesen revandiye û ji bo cihekî nediyar hatiye birin.

Heman jêderan behsa wê yekê kirin: Mehmûd Hesen ji derbiderên bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ye, temenê wî 17 sal in.

Ta niha tu ahagî û zaniyarî li ser wî tune ne, duh jî hate ragihdin ku zarokekî Kurd bi navê Ednan Mihemed Rimî, ji derdora Kobanê ji aliyê çekdarên PYDê ve hatibû revandin.

Ş.E

246