Serok Barzanî: Hêvîdar im hemû cejn di aştî, aramî û dûrî nexweşiyan werin pîrozkirin

Serok Barzanî: Hêvîdar im hemû cejn di aştî, aramî û dûrî nexweşiyan werin pîrozkirin

Apr 01 2021

Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta serê sala nû ya Babilî Aşûrî û cejnên Ekîto, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî gelê Kildan Siryan Aşûrî li Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim, hêviya ew e dixwazim, serê sala nû ya Aşûrî Babilî destpêkeke nû bê ji bo dawîhatina wan êş û azarên ku li encama hizra tundiyê û terorê ji bo xwişk û birayên me yên Krîstiyanan pêkhatiye.

Li vê helkeftê de ji bo xwişk û birayên Kildan Siryan Aşûrî û hemû pêkhatên dinê Kurdistanê dûpat dikim ku em hemû li dijî teror û cûdakariyê de li yek bereyê dane û li mirovbûnê da birayîn û li xweşî û nexweşiyê da me yek çarenivîs heye û pêwîste jî çanda pêkvejiyan û birayetiya di navbera hemû pêkhatên olî û neteweyiyan parastî bê û kûrtir bibê.

Hêvîdar im hemû cejn û helkeftên xwe li aştî û aramî û dûrî pejik û nexweşiyê da pîroz bikin.
Mesûd Barzanî
31.03.2021

257