Êrîşek li ser bigeheke Emerîkî li Sûriyê.. Serbazek birîndar bûye

Êrîşek li ser bigeheke Emerîkî li Sûriyê.. Serbazek birîndar bûye

Nov 02 2023

Di encama êrîşekê de li ser bingeha Tenef ya Emerîkî li Sêgoşeya sînorî di navbera Sûriya û Iraq û Urdunê de, serbazek birîndar bûye.

Tora CNN ya Emerîkî ji berpirsekî di wezareta berevaniyê ya Emerîkî de, veguhastiyê: "Di encama êrîşa dironekê de li ser bingeha Tenef, serbazekî welatekî hevpar birîndar bûye".

Milîsa ku xwe bi navê "Elmuqaweme Elislamiya li Iraqê" dide nasîn, êrîşa ser baregeha Tenef li xwe girt.

Ajanasa Royterz ji jêdereke hikûmî Iraqî veguhastibû: "Hêzên Emerîkî, 2 dironên ku dixwestin baregeha Tenef armanc bikin, têk şikandin".

Ji aliyê xwe ve, Batrîk Rayder berdevkê wezareta berevaniyê ya Emerîkî daye zanîn, ku ji 17ê Cotmeha bûrî ve, hêzên Emerîkî li Sûriya û Iraqê, rastî 27 êrîşan hatine di encamê de 23 serbazên Emerîkî birîndar bûne.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ji 19ê Cotmehê ve hêzên Emerîkî û Hevpeymaniyê li Sûriyê, rastî 17 êrîşan hatine.
Êrîş jî weha bûn:

- Bingeha Tenef, 4 êrîş
- Bingeha Kêlgeha Elumer, 5 êrîş
- Bingeha Kêlgeha Konîko, 3
- Bingeha Xirab Elcîr li gundewarê Dêrikê, 2
- Bingeha Emerîkî li gundê Robariya yê bi ser Dêrkê ve, 1 êrîş
- Bingeha Şedadê ya bi ser Hesekê ve, 2 êrîş

92