Yek ji stûnên xebatê li Rojavayê Kurdistanê koça dawiyê kir
Îro 24ê Mijdara 2023yan, yek ji stûnên xebatê li Rojavayê Kurdistanê koça dawiyê kir.
Parêzer Sadiq Necar, kesayetiya niştîmanperwer û welatparêz, piştî rûbirûbûna nexweşiyê, li gundê Keferdela Jêrîn li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, çû ber dilovaniya Xwedê.
Parêzer Sadiq Necar di destpêka jiyana xwe de di nava Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya de kar û xebata xwe kir, ji ber wê yekê rastî pir astengî, gef û fişaran hatibû.
Di kongira niştîmanî ya Partî, sala 1970 de, ku li Herêma Kurdistanê bi rê ve çûye, bû endamê serkirdayetiyê, ji aliyê ewlekariya rêjîma Iraqê ve hat girtin û 6 heyvan di zîndana Elnihaya de me, bi ked û hewlên Barzaniyê nemir hat berdan.
Ji bilî karê siyasî, parêzer bû, bi wefadarî û dilsozî berevanî di ber doza gelê kurd de kiriye, ji bilî rêjîma Sûriyê û Iraqê, di 8ê Cotmeha 2018an de ji aliyê komên çekdar yên oposizyona Sûriyê ve hat giritin.
Tevî rewş û bandora şerê Sûriyê, li ser axa xwe ma, li gundê xwe koça dawî kir.
Bi beşdariya şêniyên gund û herêmê, li gund bi xakê hat spastin.
165