Daxuyaniyek ji Serokê Herêma Kurdistanê

Daxuyaniyek ji Serokê Herêma Kurdistanê

Dec 28 2019

Bi dilgiraniyeke zêde û ji nêzîk ve çavdêriya rewşa Iraqê û pêşhatên wê dikîn ku li qeyranekî kûr daye. Di demek da metirsiya nearamî û zêdetir alozbûna rewşê, mijule welat berev paşarojeke nediyar ve dibe. Erkê me hemûyane bi hevdû têgihiştin û giyanekî niştimaniyaneya berpirsane, muamele li gel rewşê da bikin û dûrî li guvaşa siyasî, bi mekanîzmên destûrê ve qonax bê derbas kirin.

Li babeta raspardina berbijêrê Serok Wezîrê nû yê Iraqê da, diyare Serok Komar birêz Dr. Berhem Salih dûrî li mekanîzm û bingehên destûrî, ketiye bin guvaşeke zêde ve. Li vir da dûpat dikîn ku hemû çareseriyek divê li ser bingeha destûr û li gor rênîşanderên yasayî bê.

Bi mebesta destnîşankirina berbijêreke niştimanî ya ji bo Serok Wezîr ku cihê gengeşeyê nebê û ji aliyê hêzên bi bandor ve qebûlkirî bê, pêwîste daxwazên rewayên xwepêşander‌an û rewş û berjewendiyên welat li destnîşankirinê da bê berçav girtin, ji bo derbaskirina qonaxa derbaskirina paşarojê û xwe amadekirina ji bo hilbijartina nû hevkariya Hikûmeta nû jî bê kirin.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
28/12/2019

299