Pênc teqînan gundewarê Helebê hejand

Pênc teqînan gundewarê Helebê hejand

Jul 28 2019

ARK NEWS .. Li hejmarek bajar û bajarokên li Rojhelatê gundewarê Helebê zincîrek teqîn hate rûdan, di encamê de hejmarek kuştî û birîndar ketin.

Çalakvanên di nava gundewarê Helebê ragihandin ku , duh Şemiyê Pênc teqîn bi rêya motorsîklên bombekirî li her yek li bajarê Extirîn , Elbab, I`zaz û herdu bajarokên TilBetal û Elxendûra hatin rûdan .

Her li gorî heman jêderê daye xuyakirin ku di teqîna li bajarê Babê de mêrek û zarokek hatin kuştin û hejmarek kesin dî jî birêndar bûn , ku jin û zarok jî di nava wan de hebûn.

Heman çalakvanan serbar kirin ku di encama teqîna ku li bajarê I`zazê jî rû da bi kêmanî 11 sivîl birîndar bûn, li gel birîndarbûna hejmarek kesên dî di encama hersî teqînên din yên ku li bajarê Extirîn û herdu bajarokên TilBetal û Elxendûra hatin rûdan.

345