Barzanî û Elhadî tekezî li ser biratiya Kurd û ereban li Rojavayê Kurdistanê kir
ARK NEWS... Roja Yekşemê 7ê Sibata 2021ê li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Şêx Himêdî Deham Elhadî Şêx û Serokê Hoza Şemer li Sûriye kir.
Di hevdîtinê de piştî danûstandina bîr û ramanên li ser rewş û pêşhatên dawî yên Sûriyê herdu alî ji bilî balkişandina li ser dostayetî û peywendiya dêrîn ya di navbera wan, tekezî li ser bihêztirkirina peywendî û birayetiya di navbera Kurd û Ereb û neteweyên din yên li Sûriye û bi taybetî li navçeya Cizîra Rojavayê Kurdistanê kir.
Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî behsa rewşa xerab ya Sûriyê kir, û hêvî xwest ku çareseriyeke siyasî hebe ji bo rizgarbûna pêkhatên Sûriyê ji wê êş û tengasiyên ku çend sal e li holê daye.
Herwiha Serok Barzanî parastina asayîş û aramiya navçeyê û bihêzkirina bingehên pêkvejiyanê jî weke bingehek ji bo vegerandina aramî û bexteweriya şêniyê navçeyê bi pêwîst zanî.
354
