Barzanî bi Patrîk re yekîtiya hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gengeşe kir .
Sep 14 2018
ARK MEWS .. Mesrûr Barzanî rawêjkarê asayşa herêma Kurdistanê û fermandeyê operasiyonên hevbeş ji bo operasiyonên taybet li Îraq û Sûriyê cinêral Patrîk Robirson mîkanîzma guncaw ji bo yekrêzî û bihêzkirina hêzên kurdî li Kurdistana Sûriyê gengeşe kirin .
Ofîsa rawêjkar Mesrûr Barzanî di daxwiyaniyekê de ragihand ku duh roja çarşemê Mesrûr Barzanî pêşewazî li cinêral Patrîk Robirson kir û civînê de qunaxên dawî ji şer û pêşhate li Sûriyê herwiha mîkanîzma guncaw ji bo yekrêzî û bi hêzkirina hêzên kurdî li Kurdistana Sûriyê hatine gengeşekirin.
591
