Qedrîcan Mela wek serokê encûmena xwecihî li Korîş û Wista hat hilbijartin

Qedrîcan Mela wek serokê encûmena xwecihî li Korîş û Wista hat hilbijartin

Dec 28 2020

ARK NEWS... Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, encûmena xwecihî ya taxên Kornîş û Elwesta ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ENKSê, civîna xwe ya normal li dar xist, û serokekî nû ji bo encûmena xwechî hilbjart.

Encûmena xwecihî ya taxên Kornîş û Wista ya ENKSê civîna xwe ya normal li ofîsa xwe li taxa Kornîş ya li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li dar xist, û tê de Qedrî Can Elmela weke serokê encûmena xwecihî ya taxên Kornîş û Wista hate hilbijartin.

Her yek ji Heyat Qico û Beşîr Temê weke cêgir jê re hatin hilbijartin, herweha di civînê de behsa pêşhateyên nû li deverê û danûstandinên Kurd - Kurdî û şewtandina nivîsgehên partiyên ENKSê hate kirin.

234