Li kampa Faydê civînek ji bo pêşxistina rewşa penaberan hat lidarxistin
Dec 10 2020
ARK NEWS... Komîta birêvebirina Karûbarê penaber û mixtaran li kampa Faydê bi amadebûna endamê komîta navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya civiyan.
Li kampa Fayidê bi mebesta bihtir xizmetkirina penaberên Rojavayê Kurdistanê li kampa Faydê ( Domîz du) Hoşeng Simgemor endamê komîta navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya li gel komîta birêvebirina karûbarên penaberan û mixtaran civiya.
Di civînê de tekezî li ser xizmetkirina penaberan bi bê cudahî, û berçavgirtina berjewendiya giştî hate kirin, û berdwam kar were kirin da ku tevaya daxwaz û pêwîstiyên penaberan werine bicîkirin.
299