Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek belav kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek belav kir

Dec 08 2020

ARK NEWS... Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser xwepêşandanên çend rojên dawî û derketina aloziyan, peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî dibêje, “Di demekê de ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hewl û şiyana xwe bi kar tîne ji bo derbasbûna ji vê rewşa darayî ya giran ku Herêma Kurdistanê û Iraq û dinya li xwe girtiye, ligel hikûmeta federal a Iraqê jî berdewam e di gotûbêjan de ji bo dabînkirina maf û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê, ku mixabin heta niha neşandine.

Bêguman Hikûmeta Herêma Kurdistanê bargiranî û jiyana dijwar a welatiyan hîs dike û spasiya xweragiran jî dike û xwepêşandanên aştiyane û şaristanî jî, weke mafekî rewa dibîne di çarçoveya yasayan de, lê hewla têkbirin û wêrankarî, ji daxwaza rewa ya xelkê cuda ye. Loma saziyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê divê ligel parastina giyana hemû welatiyan, tevî xwepêşanderan, rê li ber alozî û tevlihevî û tundî û têkbirina cihên giştî û baregehan bigre.

Ev rewşa dijwar li dervet xwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye û daxwaze ji hemwelatiya xweşewîst dikim nekevin di bin bandora karîgeriyên hewlên hinek kes dixwazin debara xelkê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bi kar bînin û bi hinceta berevaniya maf û daxwazên xelkê Kurdistanê, hewla têkbirin û şewitandin û aloziyan didin. Herwiha pêwîst e ku hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî hevkar û alîkar bin ji bo derbasbûna vê rewşa dijwar û parastina aramiya Herêma Kurdistanê ku erkê hemû aliyane.”

332