Esed biryareke nû derbarê leşkeriya neçarî derxist
Sep 08 2018
Serokê rêjîma Sûriyê Beşar Esed biryareke fermî derxist û têde serastkirineke nû derbarî leşkeriya neçar li Sûriyê zêde kir .
Li gor wê biryara nû êdî welatiyên ku lîborîn ji leşkeriya neçar ya Sûriyê wergirtine dikarin ji Sûriyê derkevin bê ku li rêveberiya leşkeriya giştî vegerin .
Wezareta berevaniyê ya Sûriyê di destpêka sala 2018an de biryarek derxist mercên başvexistina xwendekaran ji leşkeriya neçar têde zelalkirin, û giringtirîn xalên wê biryarê ew ku ciwanê xwendekar temenê yasayî wek ku rêjîmê destnîşan kiriye 22 sal derbas nekirbe.
762
