Çekdarên Elşerqiyê 6 welatiyên kurd li Efrînê revandin 4 ji wan jin in

Çekdarên Elşerqiyê 6 welatiyên kurd li Efrînê revandin 4 ji wan jin in

Nov 26 2020

ARK NEWS... Li gundekî navçeya Cindirêsê ya herêma Efrînê, girûpên çekdar 6 welatiyên kurd revandin, 4 ji wan jin in.

Rêxistina mafê mirovan li Efrînê di raporteke xwe de ragihand ku, çekdarên Ehrar Elşerqiyê li gundê Baflûnê 6 welatiyên kurd revandin ku di nav wan de 4 jin in û ji bo zîndanên xwe birin.

Heman rêxistinê bal kişand ser ku tometa wan xizmetkirin di PYDê de ye, di 22ê mehê de hatin revandin û ta niha tu agahî li ser tune ne, herwiha gujmê 1500 – 2000 lîreya turkî li ser wan sepandine da ku werin berdan.

Ji bilî wan jî sêxorên Turkiyê û çekdarên polîsên leşkerî ciwanê kurd Hogir Elo ji gundê Dîkê yê navçeya Bilbilê li navend bajarê Efrînê revand.

Heman rêxistinê di raporteke xwe de tekez kiribû ku çarenivîsa 500 welatiyê kurd di zîndanên çekdaran de ne diyar e, piraniya wan ji bo zîndanên Turkiyê hatine veguhestin.

Ş.E


279