Erdoxan gefa êrîşê dide, QSDê jî bersiv da û PKKê di afrandina buhaneyan de berdewam e

Erdoxan gefa êrîşê dide, QSDê jî bersiv da û PKKê di afrandina buhaneyan de berdewam e

Oct 05 2020

ARK NEWS... Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdoxan careke din dest bi gefên xwe kir û got ku ew ê ku bi terorîstan binav dike jinav bibin, eger ku sozên jê re hatine dayîn neyên bicîkirin.

Erdoxan bi nêzîkbûna salvegera yekem ya operasyona leşkerî li ser Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê, dîsa behsa operasyoneke leşkerî kir û da zanîn ew dê bi xwe berê xwe bidin da ku baregehên terorîstan pak bikin tekez jî kir ku korîdora terorî ku dixwestin li ser sînor çê bikin wan jinav bir, ji ber ku li gor axaftina wî birayên Sûriyan e û ew ne bi tenê.

Weke bersivekê fermandarê giştî yê QSDê Mezlûm Kobanê di daxuyaniyekê ji bo malpereke ser bi PYDê ve da zanîn ku Eger derfet ji Turkiyê re vebû bêguman dê êrîş bike divê ew amede bin, ji aliyê ramiyarî û leşkerî ve, û ji bo azadiyê ew bixebitin.

Kobanê serbar kir ku ew niha bihêz in û Turkiyê lawaz e, û pîvanên navdeweletî û navnetewî li gor berjewendiya wan e lewma Turkiyê nikare bilive lê eger êrîş kir dê derencam tund bin

Di hevdemê gefên Turkiyê li dar in, PKKê buhaneyan ji Turkiyê diafrîne û bi darê zorê şêniyên navçeyê dadixîne kolanan da ku bang li Turkiyê bikin ku serokê PKKê Ebdelah Ocelan serbest berdin, ku ew yek jî buhaneyan ji Turkiyê re zêde dike û bêtir rewatiya encamdana operasyoneke leşkerî ji welatên zilhêz distîne. û dibe sedemek ku bi buhaneye têkbirina PKKê derbasî herêmên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bibe.

Şopîner û çavdêr dibêjin ku bêhna bihevguhertinek nû heye, ji ber ku rêjim xwe amede kiriye ku êrîşî Idlibê bike û liv û tevgereke leşkerî bihêz berev sînorê Idlibê, Hema, Helebê ve diçin. Ji aliyê xwe ve Mustefa Sêcerî berpirsê di artêşa niştîmanî ya oposizyona Sûriyê ragihand ku weke artêşa niştîmanî ketine amedebaşiyê de ji bo bersivdanekê ji her êrîşek egerkirî ji aliyê Rûsiyê li ser herêmên ku li gor têgihêştinekê navbera Rûsiya û Turkiyê ketine bi destê Turkiyê de.

Lê bersiva derencamên van liv û tevgeran dê bi rojên bê de werin dayîn nexasim ku Kurdên Rojavayê Kurdostanê hêvî û omîdên xwe li ser serkeftina danûstandinên Kurdî Kurdî danîne û ew serkeftin dê bibin rêgir ji her operasyonek leşkerî re.

Ş.E

.

871