Bo malbata xwe vedgera, lê PYDê ew revand

Bo malbata xwe vedgera, lê PYDê ew revand

Jul 17 2019

ARK NEWS.. Piştî nebûna derfetên kar, biryar da vegere nav malbat û zarokên xwe li Bajarê Amûdê yê Rojavayê kurdistanê, lê berî ku bighê mal li ser destê çekdarên PYD ê hat girtin û berev cihekî nedyar ve birin.

Jêdereke nêzîk ji Ciwanê revandî ku nexwest navê wî were Eşkerekirin, ji ARKê re ragihand ku , Ciwanê bi navê MEMDÛH 'ELÎ HESEN , jidaykbûyê Bajarê Amûdê yê Rojavayê kurdistanê, Sih û du salî , xêzandar e û bavê Sê Zaroka ye , Berya nêzîkî pênc mehan ji herêma kurdsitanê berê xwe da Rojavayê kurdistanê û dema derbasbû , yekser çekdarên PYDê ew revandin û berev cihekî nediyar ve birin...

Jêderê serbarkir û got : dema ku çekdarên PYDê ew girtin yekser peywendî bi birayê wî re kirin , birayê wî yê ku leşkeriya Neçar di nav PYDê de dikir , û gotibûn ku Memdûh li cem wa ye ,lê dema ew çûn, wan got ku ne li cem me ye.

Ev pênc meh e û kes û karê Memdûh Hesen berdewam li zanyariyekê ser çarenvîsa wî digerin , û qesta dam û dezgehên Peywendîdar yê PYDê dikin , ku ji aliyê xwe ve dibêjin ku ev kes ne li cem wa ye û ku tu zanyarî derbarê wî û çarenvîsa wî nizanin.

N.H

861