H. N piroseya vekişana hêzên Emerîkî ji R.K red kir
Nov 18 2020
ARK NEWS.. Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê red kir ku di demeke nêzîk de hêzên Emerîkî jî Rojhelatê Çemê Feratê vekişin.
Mayin Morîto Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê ragihand nûçeya ku ji aliyê Medyaya Rêjîm û Rosiyê ve hatiye ragihandin derbarê vekişana nêzîk ya hêzên Emerîkî ji Rojhelatê Çemê Feratêji rastiyê dûre.
Morîto tekez kir û got ku hêzên Emerîkî wê di şerê xwe de li dijî DAIŞA terorîst li Iraq û Sûriyê berdewamb e.
Berdevkê Hevpeymaniyê eşkere kir û got ku hebûna hêzên Emerîkî li deverê ewe zêdekirina aramiya herêmê ye .
376
