Bazirganî bi koçberkiriyên Efrînê nema bi dawî tê
ARK NEWS… Ev e nêzîkî du salan e ku koçberkiriyên Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji mal û milkên xwe hatine derxistin û di bin konan de jiyana xwe li kampên Şahbayê li derdora Helebê derbas dikin. Di her dem û demekê de gotegota rizkgarkirina Efrînê li nav kampan de derdikevin bê ku tu derencam werin xuyakirin.
Lê duh 9ê Adara 2020î, cureke din ji bazirganiyê bi koçberkiriyên Efrînê belav bû, tê de li gor malpere Bas News li ser zarê jêdereke xwe belav kiriye ku Rûsiya ji PYDê xwestiye koçberkiriyên Efrînê ji Şahbayê ji bo Reqayê veguhêzin.
Heman jêderê nîşan bi wê yekê daye ku li gor bendên rêkeftina nehênî navbera herdu serokên Turkiyê Receb Teyîb Erdoxan û yê Rûsiyê Filadîmêr Potîn de hatiye îmzekirin, Rûsiya ji PYDê xwestiye ku koçberkiriyên Efrînê ji Reqayê bo veguhêzin.
Ew yek weku di raportê de hatiye ku li hemberî wê yekê Turkiyê dê rê bide rêjîmê ku rêya Heleb û Latiqiyê veke serbarî hin tenazulatên din.
Heman jêdera ku nav nehatiye eşkerekirin, tekez kiriye dibe ku veguhestina koçberkiriyên Kurd rêxweşkirinek be, ji operasyoneke Turkî nû li herêmên di bin destê YPGê de, çi li Rojava yan jî Rojhilata Ferêt be.
Ji aliyê xwe Dara Mustefa endamê Peywendiyên Derve di PYDê de, ji heman malpera navbûrî re got, ew tu kesekî neçar nakin ku bibe derbider û tu agahî li ser daxwaza Rûsî tune ye eger hebe jî nayê pejrandin ji ber ku cihê Efrîniyan Efrîn e ne Reqayê ye û ew bi mafê vegera Efrîniyan ji bo navça û gundên xwe ne.
Daxuyaniyên berpisrê PYDê derbarê vegera Efrîniyan berûvajî tiştên ku li ser erdê çê dibin tê, ji ber ku şêniyên Efrînê tekez dikin ku ew weke dîlan di nav kampan de mane ne dikarin vegerin Efrînê û ne jî berê xwe bidin taxên Kurdan li Şêx Meqûd û EŞrefiyê tevî wê yekê jî ne diyar e çarenivîna wan dê li ku derê de lê di demên bê de mijar dê xuya û zelal bibin.
Ş.E
489
