Nameya Apo bo gelê Kurd
ARK NEWS .. Serkirdeyê Kurd Ebdurehman Apo piştî Çar heyvan ji rewşa Efrînê di zindana Elaya ya bajarê Qamişlo de hat dîtin û Apo nameyek ji heval û dostên xwe re şand .
Roja Şemiyê heyva 6/8/2018 malbata endamê komîta navendî ya Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê Ebdulrehman Apo seredana wî di zindana Elaya li bajarê Qamişlo de kir û li ser zarê hevjîna wî ji bo dost û hevalê wî Apo silav şand û soza xwe li ser rêbaza Barzaniyê Nemir nû kir .
Hevjîna Apo ji ARKê re ragihand ku Apo silavê xwe ji tevahiya heval û dostan re heye û morala wî gelek bilind e û ew dê dirêjiyê bi xebata xwe de bide ku bi çi rengî û awayî be .
Ev e çend care Serkirdeyê Kurd Ebdulrehma Apo ji aliyê rêjîma Esed û PYDê ve tê girtin bê ku were dadgehkirin
707