Tiramp : Me petrol dabîn kir
ARK NEWS .. Piştî îmzekirina rêkeftina navbera Emerîka û Turkiyê derbarê rawestandina şer li Rojavayê Kurdistanê, ku di encamê de herêmên navbera Girê Spî û Serê Kaniyê, ku di bin destê QSDê de bûn, ketin bin destê Turkiyê û Girûpên çekdar de, êdî xêzên nehênî ji rêkeftinê zelal dibin û deskeftinên Emerîka têne diyarkirin û li ser zarê Serokê Emerîkayê Donald Tiramp hate eşkerekirin û got ku wan petrol dabîn kir.
Serokê Emerîkayê di tiwîtekê de roja Yekşemê 20î Cotmeha 2019an ragihand ku Wezîrê Berevaniyê Mark Spir dibêje ku rêkeftina rawestandina şer bi xweragir bi nav kir, hin pevçûnên biçûk hebûn lê bi lez bi dawî hatin.
Derbarê dabînkirina petrolê Tiramp bal kişand ser ku wan petrol dabîn kir, û hêzên wan berev welêt têne şandin, û herêmên nû bi Kurdan re hatine bicîkirin .
Ji bilî ku daxuyaniyên Serokê Emerîkayê ne zelal in û her roj bi rêya rûpela xwe ya tiwîterê daxuyanên berûvajî dide, ev daxuyanî nezelaltirîn daxuyanî bû, û koşka Spî li ser vê daxuyaniyê hate deng û rexne lê kir .
Koşka Spî li gor New York Times ragihandina Tiramp rexne kir û got navê Spir şaş nivîsanidiye û gotiye Spêrato .
Herwiha derbarê vekişana hêzên Emerîkî Koşka Spî tekez kiriye ku ew hêz venagerin welêt lê belê ji Sûriyê ji bo Iraqê têne veguhestin .
Li ser avaftina dabînkirina prtrolê Koşka Spî serbar kiriye ku ew dê bi kurdan re pirojeyan pêş bixînin û dahatên wan pirojeyan dê ji bo Kurdan be .
Daxuyaniya Tiramp derbarê bicîkirina Kurdan di herêmên de yan tevlîkirina ereban bi Kurdan tarî ye û merem û mebesta wî nehatiye diyarkirin, bi tenê tiştê diyar e ku Kurd ji malên xwe derdikevin li şûna wan de çekarê bi malbatên xwe ve têne bicîkirin
Ş.E
683
